Hamas, pêsniyara Misrê û Qatarê ya agirbesê qebûl kir

06 May 2024 20:52 0 dîtin
Hamas, pêsniyara Misrê û Qatarê ya agirbesê qebûl kir

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku agirbesa ji aliyê Qatar û Misrê de ji bo Şerîda Xezzayê hat pêşniyar kirin qebûl dike. Rêvebirê Hamasê piştî teklîfa agirbesê qebûl kir, got ku êdî her tişt li ser Îsraîlê maye.

Hamasê daxwuyaniya xwe bi nivîskî da û di daxwuyaniyê de got:

“Serokê Buro ya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Hamaney bi serokwezîrê Qatarê Muhammed bin Abdulrahman Al-Thani û serokê Îstîxbarata Misrê bi Abbas Kamel re di rêya telefonê de axifî û teklîfa peymana agirbesê qebûl kir.”

Heya niha kes nizane bê xalên agirbesê çine û wê Îsraîl şertan qebûl bike an na, nayê zanîn..