Hamasê peyama sersaxiya Hasan Nasrallah belav kir

28 September 2024 16:37 0 dîtin
Hamasê peyama sersaxiya Hasan Nasrallah belav kir

PeyamaKurd – Hamasê li ser kuştina serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah ku ji aliyê artêşa Îsraîlê de hat kuştin peyama sersaxiyê belav kir. Di peyamê de behsa desteka Nasrallah ya ji bo Fîlîstiniyan kir û kiryarên Îsraîlê şermezar kir.

Hamasê got ku Nasrallah di rêya desteka Fîlîstînê ya li hemberê Îsraîlê de canê xwe daye. Di peyamê de sersaxiyê da xelkê Lubnanê, grûbên berxwedêr yên Lubnanê û êrîşa Îsraîlê şermezar kir. Hamasê di daxwuyaniya nivîskî de weha hat ragihandin:

“Îsraîl di êrîşan de ti qedrê normên navdewletî nagre, norm û peymanan bê qîymet dihesibîne. Kuştina Nasrallah nîşana tehdîda artêşa Îsraîlê ye ku aştî û ewlehiya navdewletî tehdîd dike, wahşeta Îsraîlê dixe ber çav û tevgerekî tirsoneke.

Hamas, bi Hîzbûllahê re di nav hevkariyê de ye. Ji encamên êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnan û Fîlîstînê Îsraîl û DYA berpirse.”

Hîzbûllahê qebûl kir ku di êrîşa Îsraîlê ya do de, ku biribû ser başûrê Lubnanê ser baregeha Hîzbûllahê, serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah hat kuştin.