Hasan Cemal: Ez ê bi 'Frak a Ataturk' merasîma vekirina parlamentoyê birêve bibim
PeyamaKurd – Rojnamevan û nivîskarê Tirk Hasan Cemalê ji lîsteya Yeşil Sol (Partiya Keskên Çep) ango ji HDPê wekî namzedê parlamenteriyê yê Stenbolê hatiye nîşandan ragihand, heger ew bê hilbijartin ew dê wek parlamenterê herî temen mezin merasîma vekirina parlamentoya Tirkiyê birêve bibe û kevneşopa liberxwekirina cilûbergên Ataturk a vekirina parlamentoyê berdewam bike.
Hasan Cemal di hevpeyvîna ligel Gerînendeyê Medyascopê Ruşen Çakir de, got ku heger ew bê hilbijartin ew dê cilûbergên damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk ango frak li xwe bike û merasîma vekirina Parlamentoya Tirkiyeyê wekî parlamenterê herî temen mezin birêve bibe.
Hasan Cemal dibêje; “Ez ê frakê li xwe bikim. Damezrînerê meclîsê û komarê Ataturk jî di wê serdemê de li xwe kiriye… Tayyip Erdogan dawî li vê mecburiyetê anî, lê ez dixwazim berevajî tercîha Erdogan tevbigerim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin