Hasan Cemal: Pirsgirêka Tirkiyê wê dîsa Erdogan be!
PeyamaKurd- Nivîskarê “t24”ê Hasan Cemal piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn, nivîsek parve kir û got ku “pirsgirêka Tirkiyê Erdogan e û ev pirsgirêk wê bidome.”
Hasan Cemal wiha berdewam kir: Bi rastî min nedixwest ku îro binivîsim. Barekî giran li ser milên min bû. Lê min got ez bes nakim. Ez xewliyê navêjim…. Erdogan dewam dike ku bibe pirsgirêka Tirkiyê ya yekemîn. Ev ne encamek e, ev despêkek e. Recep Tayyip Erdogan dewam dike û bibe pirsgirêka Tirkiyê. Ji ber ku dewam dike jî dîroka 24ê Hezîranê li vî welatî ji bo aşîtî, demokrasî, azadî û têkoşîna huqûqê; destpêk e. Li cihekî binivîsin: Em bi bin neketine, me winda nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin