Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêka PKK û Tirkiyê ne bi çekan bi dîyalogê çareser dibe!

10 October 2023 20:50 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêka PKK û Tirkiyê ne bi çekan bi dîyalogê çareser dibe!

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 10ê Cotmehê li Hewlêrê beşrdarî Forûma MERÎ bû û tê de axaftinek kir.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser ku Tirkiye û Îran cîranên Herêma Kurdistanê ne û got: “Nabe ku kes ji Herêma Kurdistanê êrişî cîranên me bike.”

Nêçîrvan Barzanî mijra hebûna PKKê ku dibe sedema êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê diyar kir, “divê pirsgirêka PKK û Tirkiyeyê bi rêya diyalogê çareser bibe, ev pirsgirêk bi çekan çareser nabe.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên navbera PDK û YNKê da zanîn ku pirsgirêken her du partiyan ne ewqasî mezin in ku neyên çareserkirin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser ku divê Iraq mafên gelê Herêma Kurdistanê biparêze, nabe ku mûçe bibin mijare nîqaşan.