Hasan Cemal, pêsniyaza HDPê qebûl kir
PeyamaKurd- Rojnamevan Hasan Cemal diyar kir ku ji rêveberiya HDPê ji bo di hilbijartinên 14ê Gulanê de bibe namzedê parlamenteriyê pêşniyaz hatiye kirin û wî jî ev pêşniyaz qebûl kiriye.
Li gorî nûçeya T24ê, pêşniyaza namzediya parlamenteriyê ya Hasan Cemal, ji bo Hevseroka Giştî ya HDPê Perwîn Buldan hatiye şandin.
Hat diyarkirin ku Hasan Cemal piştî bi hevjîna xwe Ayşe Cemal re şêwira xwe kiriye, pêşniyaza namzediyê ya Perwîn Buldan qebûl kiriye.
Hasan Cemal ê ku di sala 1944an de ji dayîk bûye, di 55 salên jiyana xwe ya rojnamegeriyê de gelek pirtûk li ser siyaset, çapemenî, demokrasî, leşkerî û medenî û pirsgirêka Kurd nivîsandine. Ji bo gelek rojnameyan jî qunciknûsî kiriye û niha jî di T24ê de qunciknûsiya xwe berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin