Kiliçdaroglu pistgirî da HDPê: Em qet qebûl nakin…
PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu, li ser doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û qutkirina alîkariya xezîneyê piştgirî da HDPê û got ku girtina partiyan û qutkirina alîkariya xezîneyê li dijî demokrasiyê ye û ew ti qet qebûl nakin.
Kilicdaroglu di axaftina koma partiya xwe ya parlamentoyê de, li ser mijarê wiha axivî:
“Ger baweriya me bi demokrasiyê hebe, em ê bi azadiya derbirina ramanê jî bawer bin. Girtina partiyên siyasî kevneşopeke serdemên leşkerî ye. Êdî di demokrasiyan de nabe partî bên girtin. Kirinên wekî girtina partiyan û qutkirina alîkariya xezîneyê dijî demokrasiyê ne û em qet qebûl nakin û rast jî nabînin.”
Herwiha Kiliçdaroglu bertek ji hewldanên rakirina parêzbeniya du parlamenteran re nîşan da ku Alî Mahir Başariş ji CHPê û Lutfu Turkkan jî ji Îyî Partiyê ne û got, “Eşkere û zelal dibêjim, ger hûn parêzben parêzbendiya parlamentarên CHPê ez jî di nav de ranekin, hûn nemerd in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin