Îbrahîm Kalin montaja vîdeoya Kiliçdaroglu qebûl kir

24 May 2023 12:06 0 dîtin
Îbrahîm Kalin montaja vîdeoya Kiliçdaroglu qebûl kir

PeyamaKurd Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin pirsên Mehmet Akîf Ersoy bersivand û montaja vîdeoya namzetê Serokomariyê yê Tîfaqa Neteweyî Kemal Kiliçdaroglu qebûl kir.

Îbrahîm Kalin got, "Serokomarê me îro di mîtînga Sêwasê de daxuyanî da. 'Kurte vîdeoyeke ku ji aliyê komek ciwanên zîrek ve hatiye amadekirin e. Hêmanên vê yekê rast in. Vîdeo bi xwe çîrokek e, lê ya rastî ev e ku gelo kadroyên PKKê ev daxuyanî dane ya na? Ya rast pirsa ku em bikin ev e."

Kalin diyar kir, "Rêxistina terorê derbarê we da daxuyaniyên xweş da. Bi awayekî xwezayî hûn ê aciz bibin."