Hat îdiakirin ku Îsraîlê korîdora li ser sînorê Misrê xistiye bin kontrola xwe!
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan tevahiya Korîdora Filadelfyayê ya li ser sînorê Xezze û Misrê xistiye bin kontrola xwe.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wan Korîdora Philadelphia ya ku li ser sînorê Filistîn-Misrê derbas dibe, bi temamî xistiye bin kontrola xwe.
Li gor nûçeya AAyê di nûçeya radyoya artêşê de wiha hat gotin: "Artêşa Îsraîlê li Korîdora Filadelfyayê bi tevahî operasyonê kontrol kir." Di nûçeyê de hat îdiakirin ku li herêmê 20 tunel hene ku derbasî Misrê dibin.
Hat diyarkirin ku bi girtina Korîdora Filadelfyayê ji aliyê Îsraîlê ve xeta sînorê Misir-Xezzeyê ketiye bin kontrola Îsraîlê û têkiliya Xzzeyê ya bi cîhana derve re bi awayekî bi bandor qut bûye.
Di daxuyaniya xwe ya îro de Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi diyar kir ku ji sedî 75ê Korîdora Philadelphia di bin kontrola Îsraîlê de ye.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser herêma dorpêçkirî ya Xezzeyê ev 236 roj in bênavber berdewam dikin, êrîşên artêşê yên li ser Refahê ya li başûrê Xezzeyê jî dewam dikin. Di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 15 hezar û 328 jê zarok 10 hezar û 171 jin 36 hezar û 171 filistînî mirin û 81 hezar û 420 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin