Hazim Tehsîn Beg sond xwar û bû Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî

27 July 2019 13:05 0 dîtin
Hazim Tehsîn Beg sond xwar û bû Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî

PeyamaKurd – Di merasimeke olî ya taybet de li Perestgeha Lalişê, kurê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Êzidiyan hate hilbijartin û îro wekî mîrê Êzidiyan sond xwar û dest bi karê xwe kir. 

'MÎR HAZIM TEHSÎN BEG CILÛBERGÊN MÎRÎTIYÊ LI XWE KIRIN'

Îro roja Şemiyê (22.07.2019)  di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

'MÎRÎ SOND XWAR Û DEST BI WEZÎFEYA XWE KIR'

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û Mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

Berê hatibû ragihandin, ku malbata mîr li ser hilbijartina kesekî weke mîrê nû li hev kiriye.

Hazim Tehsîn Beg di nav şeş namzedên din ê malbata mîr de, weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û piştî wergirtina wî postî, cihê bavê xwe Mîr Tehsîn Beg girt.

Mîr Hazim Tehsîn Beg

‘PIŞTÎ 75 SALAN CARA EWIL JI BO DIYARKIRINA MÎREKÎ NÛ MERASÎM TÊ LIDARXISTIN’


Di maweya 75 salên bihorî de, ev cara yekemîn e ku ji bo diyarkirina mîrekî nû bo Kurdên Êzidî, merasim tê lidarxistin.

Piştî merasima sondxwarinê, Mîrê Nû yê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg daxuyaniyek da çapemeniyê.

Mîr Hazim Tehsîn Beg di vê daxuyaniyê de ragihand, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku xizmeta xelkê Kurdên Êzidî bike.

‘MÎRÊ NÛ SPASIYA SERKIRDAYETIYA HERÊMA KURDISTANÊ Û SEROK BARZANÎ Û PÊŞMERGE KIR’


Mîrê Nû yê Êzidiyan herwiha spasiya serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybet Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku herdem alîkar û piştevanê Kurdên Êzidî bûne.

Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir, ku di demên dijwar de xwedî li xelkê Êzidî derketine.