Mîr Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzidiyên Kurdistan û Cîhanê

25 July 2019 16:26 0 dîtin
Mîr Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzidiyên Kurdistan û Cîhanê

PeyamaKurd - Kurê mîrê wefatkirî yê êzîdiyan, Hazim Tehsîn Beg bû mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê.

Hat ragihandin ku mîr Hazim Tehsîn Beg li şûna mîr Tehsîn Beg bûye mîrê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê û Herman Mîrza Beg û Kamîran Xeyrî Beg jî bûne wekîlên mîr.

Li gorî zanyariyan dê Mîr Hazim Tehsîn Beg roja Şemiyê 27ê Tîrmehê bi merasimeke fermî ya li Laleşê dest bi kar bibe.

Mîr Tehsîn Beg roja 28ê Çileya 2019an li Almanya wefat kiribû û ji wê demê ve mîrê nû yê êzidiyan nehatibû destnîşankirin.