Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg rojbûna Pêxemberê Îslamê pîroz kir

15 September 2024 13:34 0 dîtin
Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg rojbûna Pêxemberê Îslamê pîroz kir

PeyamaKurd - Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, salvegera roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed pîroz kir.

Mîrê Êzidiyan hêvî xwest ku salvegera roja jidayîkbûna Pêxember bibe helkeftek ji bo bihêzkirina biratî, hezkirin û pêkvejiyana hemû mirovahiyê.

Mîr Hazim Tehsîn, di peyama xwe de got: “Ji dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Herêma Kurdistanê û Iraqê bi taybetî dikim.

Ez hêvîdar im ku ev hilkefta bilind bibe hêvana bihêzkirina biratî, hezkirina zêdetir di navbera hemû mirovahiyê de.”