Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg wefat nekiriye, lê rewsa wî pir giran e

25 January 2019 16:49 0 dîtin
Mîrê Êzidiyan Tehsîn Beg wefat nekiriye, lê rewsa wî pir giran e

PeyamaKurd - Hin çavkaniyên medyayî ragihandin ku rêberê manewî yê Êzidiyên Cîhanê Mîr Tehsîn Beg îro 25ê Çile li Almanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin koça dawî kir. Xazîm Mîr Tehsîn li ser îdiaya wefata bavê xwe ragihand, "Mîr Tehsîn ne miriye, lê belê rewşa wî qet nebaş e."

Kurê Mîr Tehsîn Beg ji medya Kurdistanê re got ku niha bavê wî li bajarê Hannover ê Almanyayê di nexweşxaneyê de ye û rewşa wî di xeteriyê de ye.

Mîr Tehsîn Beg sala 1933yan ji dayik bûbû û di sala 1944an de piştî wefata bavê xwe bûbû Mîrê Êzidiyê Cîhanê.

Mîr Tehsîn Beg rêberê herî naskirî û bihêz bû di qada navdewletî de.

Mîrîtiya Êzidiyan jî wekî Papayê Vatîkanê û Xîlafeta Îslamê ye di nav êzidiyan de.