HDP: “Bila zimanê Kurdî bi destûra bingehîn bê parastin”

15 May 2021 21:16 0 dîtin
HDP: “Bila zimanê Kurdî bi destûra bingehîn bê parastin”

PeyamaKurd – HDP ê bi sedema Cejna Zimanê Kurdî got:

“Bila zimanê Kurdî bi Destûra Bingehîn bê nasîn, parastin û em daxwaz dikin bila astengên li ber zimanê Kurdî bên rakirin.”

HDP ê bi sedema zimanê Kurdî, bi awayeka nivîskî li ser 15 ê gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî nivîsekî belav kir. HDP di nivîsa xwe de behsa girîngiya xwedîlêderketina zimanê Kurdî kir û weha got:

“Xwedî lêderketina li vî zimanê bi qiymet, wezîfa me ya esliye û bingeha têkoşîna me ya siyasiye. Heya zimanê me azad nebe, ne kesayetiya me, ne fikr û ramanên me û ne hebûna me azad nabe. Zimanê Kurdî weka darekiye ku koka wê diçe heya nav kûrahiya dîrokê.”

HDP ê ragihand ku bo zimanê Kurdî li jiyanê bimîne, bo wan xeteka mifteyiye, weka wezîfa xwe ya siyasî û stratejîk dibîne û weha dewam dike:

“Di dîroka Kurdan de bi taybetî di piraniya vê sedsalê de, zor û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî kêm nebûye. Ji ber desthilatdar baş dizanin ku rakirina zimanekî ji holê bi tinekirina wî zimaniye. Li hemberê vê asîmîlasyona wan, divê zimanê Kurdî bi makezagonê bê parastin, bê nasîn, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û em daxwaz dikin temamên astengên li ber zimanê Kurdî ji ortê bên rakirin. Bila Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.”

Di 15 ê gulana sala 1932 an de Celadet Alî Bedirxan li Şamê, bi tîpên Latînî dest bi weşana HAWAR ê kiribû ku kovarekî edebî, hunerî û felsefeyî bû, bûbû pêngaveka girîng ya bo pêşdeçûna zimanê nûjen yê Kurdî.