HDP: Em tenê li hemberê namzediya Mansur Yavas in
PeyamaKurd – Serokwekîla grûba HDP ê ya parlementoya Tirkiyê Meral Danış Beştaş di bernameyekî de li ser namzedê masa 6 qolî ragihand ku ew di nava namzedan de tenê li dijî namzediya Mansur Yavaş in. Li ser namzedan û mijara biryara AYM ê Beştaş weha got:
“Dixwazin partiyên siyasî û di serî de partiya me HDP ê tesfiye bikin. Mixabin di vê pêvajoya hilbijartinê de daraz di asta yekem de rol dileyîze.
Li ser namzedên masa 6 qolî heya niha me namzediya Mansur Yavaş qebûl nekiriye. Ji bo hilbijêrên HDP ê namzediya wî qet qebûl nakin. Em di pêvajoya tesbîtkirina namzedan de li navan narênin lê ji bo me qaîde girîngin. Yavaş nikare tewrê xwe deyne, tirsoneke û em wî teref dibînin.”
Beştaş li ser rawestandina alîkariya xezînê ya ji bo HDP ê jî weha got:
“Biryarekî weha dibe an nabe me gelek niqaşa wê kir. Di mijarê de bêûsûlî û xesb heye. Xebatên hilbijartinê bi biryarên dadgehê dimeşin. Dixwazin partiyên siyasî û di serê de partiyaya me tesfiye bikin. Di serî da daraz rol dileyîze. Ev bi biryarên berê qet neliheve. AYM li gor xwe biryara blokekirina alîkariya partiya me daye lê di hûqûqê de ciyê vêya tine. Em dikarin bêjin biryara siyasetê an zora siyasetê ya li ser darazêye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin