HDP ji bo hilbijartina pêswext karvekisîna xwe ragihîne bang li hikûmetê dike

30 November 2021 12:31 0 dîtin
HDP ji bo hilbijartina pêswext karvekisîna xwe ragihîne bang li hikûmetê dike

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mersînê bi beşdariya hevserokê partiyê Mîthat Sancar mîtîngek li dar xist û Sancar di axaftina xwe ya di mitîngê de diyar kir, li Tirkiyê rewşa aboriyê "xerab" bûye û bang li hikûmetê kir ku ji bo hilbijartina pêşwext karvekişîna xwe ragihîne.

Sancar herwiha eşkere kir, desthilata li Tirkiyê "gel muhtacê nanê hişk kiriye" û li pêş firinan rêzên dirêj ên nanê erzan çêdibin.

Hevserokê HDPê destnîşan kir, di hilbijartina pêş de armanca wan bidestxistina pirtir 15 ji sedê dengan e û got ger ew wê rêjeyê bi dest nexin, ew ê xwe binketî bihesibînin.

Sancar da zanîn, ji bo demoksîyeke saxlem, ew ê li her qadên jiyanê têkoşînê bimeşînin.