HDP: Ti wateyek û giraniyeke Umît Ozdag tune ye
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê ji bo beşdarî hilbijartinan bibin bang li dengdêrên xwe kirin û derbarê lihevkirina Kemal Kiliçdaroglu û Umît Ozdag de jî diyar kirin, ti wateyek û giraniyeke Umît Ozdag tune ye.
Partiya Çep a Kesk (YSP) ji bo gera duyem jî piştgiriya xwe bo Kemal Kiliçdaroglu ragihand û HDPê jî li Diyarbekir bi civînek çapemeniyê banga dengderên xwe kir ku herin ser sindoqan.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan da zanîn, ji bo ku Tirkiye bênefes nemîne ew dengê xwe didin pêşeroja Tirkiyeyê û Ahmed Turk jî banga beşdariyê kir û got, dema Kemal Kiliçdaroglu were hilbijartin wê ji nişka ve pirsgirêk çareser nebin, lê wê desthilata zordar bi dawî bibe. Parlementerên Partiya Çep a Kesk (YSP) jî gotin, divê dengder zêde li ser gotinên Umît Ozdag nesekinin.
Parlamenterê YSPê yê Diyarbekir Mehmet Kamaç ji K24ê re diyar kiriye: “Tê xwestin ku bi manîpulasyonan Kurdan ji sendoqan dûr bixin û Kurd îradeya xwe nîşan nedin. Çi giraniyek û giringiyek a Umît Ozdag tune ye. Kurd dixwazin herin ser sindoqan û desthilatê bidin guherîn.”
Herwiha aliyekî çavdêrên siyasî jî dibêjin, CHP qasî ku giringiyê dide Umît Ozdag ewqasê girîngiyê nade Kurdan û pêwîst e dengderên Kurd jî vê rastiyê bibînin û bidin nîşan ku wergirtina dengên Kurdan ewqasî ne hêsan e.
Çavdêrê siyasî Îbrahîm Guçlu jî eşkere kiriye: “Ew partiyên ku dengên wan %0.5 an jî %1 in, di maseyê de cih girtin, bûn xwedî biryar, her dem HDP li derveyî wê girtin, eger qîmetê bidin HDP û dengê Kurdan, divê HDP jî li ser maseyê rûnişta. Di serî de Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Milet qîmet neda wan. Di vê mijarê de divê ku HDP, bi taybetî jî Kurdên ku dengê xwe didin HDPê û paşê jî deng dane Tifaqa Milet û Kemal Kiliçdaroglu, divê xwe ji ber çavan derbas bikin, divê dengê Kurdan evqas bêqîmet nebe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin