Umît Ozdag li ser Kilicdaroglu: Min çavên xwe girtin, min digot qey ez bi xwe re diaixivim

19 May 2023 11:40 0 dîtin
Umît Ozdag li ser Kilicdaroglu: Min çavên xwe girtin, min digot qey ez bi xwe re diaixivim

PeyamaKurd Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag got, "Li daxuyaniya Kemal Bey a do û îro binêre. Min çavên xwe girtin, min digot qey ez bi xwe re diaixivim."

Ozdag diyar kir, bi namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu re bi telefonê axivî ye.

Serokê Partiya Zaferê da zanîn, wê sibê rû bi rû bicivin.

Piştî hevdîtina dualî, Sînan Ogan, Ozdag û Kiliçdaroglu jî wê sê caran hevdîtinê pêk bînin.

Ozdag li ser daxuyaniyên Kemal Kiliçdaroglu jî ev daxuyanî bi kar anî:

Li gotina Kemal Bey ya do û îro binêre, min çavên xwe girtin, min digot qey ez bi xwe re diaxivim.