Ozdag: Tekane çareya pêsîgirtina hatina koçberan danîna mayînan e!

13 June 2023 18:39 0 dîtin
Ozdag: Tekane çareya pêsîgirtina hatina koçberan danîna mayînan e!

 PeyamaKurd – Serokê Partiya Zafer a neteweperest Umit Ozdag, ji bo pêşîgirtina hatina koçberan bo nav sînorên Tirkiyeyê, pêşniyareke ecêb kir.

Ozdag got ku tekane çareya li dijî hatina penaxwazan, vekişîna ji Peymana Ottawa û danîna mayînan li seranserê sînorên Tirkiyeyê ye.

Umit Ozdag di parvekirina xwe ya li ser Twitterê de, îdia dike ku di nava mehekê de 20 hezar Afgan ji ser sînorên Îranê derbasî Tirkiyeyê bûne û tekane çareserî jî danînan mayînan li ser sînoran e.