Rojava | Li Kobaniyê çûnûhatina motosikletan hat qedexekirin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê bo motosikletan ragihand.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, çûnûhatina motiskletan li Kobaniyê ji demjimêr 6ê sibeha roja Înê heta 12ê şeva roja Yekşemê qedexe ye.
Li gorî daxuyaniyê, di heyama qedexeyê de nabe motosiklet derbasî bajêr bibin û bajêr derkevin.
Rêveberiya Xweser sedemên vê qedexeyê eşkere nekir, lê tê texmînkirin ku ji ber metirsiya êrîşên bi motosiklêtan ev biryar hatibe dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin