"Hebûna hêzên koalîsyonê li herêmê girîng e"
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku girîng e hêzên Koalîsyonê ji bo ewlekarî û aramiya Iraqê li herêmê bimînin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe ya derbarê hebûna hêzên hevpeymanan li Herêma Kurdistanê û Iraqê de, Serokwezîr Barzanî got: “Piştevaniya hêzên Hevpeymanan û piştevaniya wan bo Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya navçeyê girîng e. "
Ji aliyeke din ve Mesrûr Barzanî eşkere kir ku divê reform di wezareta Pêşmerge de werin kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin