Hejmara gorên komî yên hatine dîtin gihîst 71ê

18 November 2018 11:41 0 dîtin
Hejmara gorên komî yên hatine dîtin gihîst 71ê

PeyamaKurd - Li gundê Gir Uzêr ê Şingalê goreke din a komî ya Kurdên êzidî hat dîtin.

Hat ragihandin ku di gora komî ya Girê Uzêr de, termên 5 Kurdên êzidî hatine dîtin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, gorreke din ya bi kom hat dîtin ku tê de term û pirûskên komek kurdên êzîdî hatin dîtin.

Ji êrîş û dagirkirina Şingalê ya 3yê Tebaxa 2014an ve heta niha bi dehan gorên komî yên Kurdên êzidî ku bi destê DAIŞê hatine kuştin, hatine dîtin.

Li gor zanyariyên dawî heta niha 71 gorên komî yên li Şingalê hatine dîtin.