Li Der’aya Sûriyê 4 gorên komî hatin dîtin: 163 term hatin derxistin

05 January 2025 09:44 0 dîtin
Li Der’aya Sûriyê 4 gorên komî hatin dîtin: 163 term hatin derxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li parêzgeha Der’ayê di nava 13 rojan de, 4 gorên komî hatine dîtin ku termên 163 kesan di wan de hebûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye, li parêzgeha Der’ayê 4 gorên komî hatin dîtin, tê texmînkirin ku qurbaniyên tê de, kesên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin û ji aliyên hêzên rejîma berê ve hatine kuştin in.

Gorên komî yên piştî rûxandina rejîma Esed li Der’ayê hatine dîtin:

- Welatiyan 4ê Çile 5 term li bajarokê Senemên, li rojhilatê Firqeya Nehem a hêzên rêjîma berê, dîtin.

- Roja 2ê Çile, goreke komî ku tê de termên 31 kesên nenas hebûn, li nêzîkî bajarokê Izraa hate dîtin.

- Roja 22yê Kanûna 2024an, termên 93 welatiyan, di nav wan de zarok û jin jî hebûn, hatin dîtin, li gorî mikurhatinên hin endamên îstixbarata leşkerî ya rêjîmê, ew bi saxî hatine şewitandin.

- Roja 16ê Kanûnê, welatiyan goreke komî ku tê de 34 termên kesên nenas tê de bûn, li derûdora bajarê Izraa dîtin.

Komeleya Girtî û Windayan a Sûriyê jî ragihandiye, li seranserê Sûriyeyê 66 gorên komî hene ku kesên dijberên rêjîma Beşar Esed tê de hatine veşartin.