Rapora NY | Li Libyayê gorên komî yên bi sedan kes tê de ne hatin dîtin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bajarê Terhune yê 65 km dûrî Terablûsê gorên komî yên termê bi sedan kesan tê de ne, hatine dîtin.
Rêxistina bi ser NY ve FFML bang li rêveberiya Terablûsê kir ku lêkolîn û lêgerînên gorên komî dewam bike.
Li gorî raporê bajarê ku gorên komî hatine dîtin, ji aliyê komeke milîs a bi navê Kaniyat ku ligel Xelîfe Hefter kar dikir ve dihat birêvebirin û sala 2020an jî ji aliyê hêzên Terablûsê ve ji herêmê hatibû derxistin.
Hat ragihandin ku wê rapora NY ya derbarê înfazkirina bi sedan kesan de, bo Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bê pêşkeşkirin.
Di raporê de herwiha bang li rayedarên Libyayê hatiye kirin lêgerîna gorên komî bidomînin û hatiye xwestin, ji bo darizandina wan tawanan li qada navnetewî dadgehek were avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin