Li Singalê 3 gorên din ên komî têne vekirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li navçeya Siba Şêx Xidir a girêdayî Şingalê dest bi xebatên vekirina 3 gorên komî yên din hate kirin.
Di vekirina gorên komî de xizmên kesên ku hatine kuştin axivîn û diyar kirin ku ev 9 sal in li bendê ne ku cenazeyên xizmên wan ji binê axê derxin.
Di êrîşa 3yê Tebaxa 2014an a terorîstên DAIŞê de, bi hezaran Kurdên êzidî hatin kuştin û di gorên komî de hatin binaxkirin. Herwiha bi hezaran keç û jinên Êzidî û zarokên wan jî hatibûn revandin ku piştê 9 bi ser komkujiyê de çûne, hê jî hejmarek zêde revandiyên êzidî winda ne.
Hêjayî gotinê ye, gelek caran Hikûmeta Îraqê xebatên vekirina gorên komî dide rawestandin. Herî dawî 3 gorên din ên komî bi merasîmeke beşdariya xizmên qurbaniyên Şengalê tê vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin