Li Semawe 2 gorên din ên komî wê bêne vekirin
PeyamaKurd - Rûfatên 171 enfalkiriyên kurd di nav yek ji gorên bikom de li bîyabanên Semawe, hatin şandin bo pizîşkê dadî ya Bexdayê biarmanca lêkolîna DNA û dûv re jî tên vegerandin bo Germîyanê.
Rêveberê gorên bi kom li Dezgeha Şehîdên Îraqê, bi Kurdistan 24 re ragehandiye di çend rojên dahatî de, dê desthavêjîn hilivedana gorên din yên bikom.
Çend roj in 171 rûfatên enfalkirîyên Germîyan li pizîşkê dadî ye. Ev rûfatên hanê di meha bûrî de ji nav yek ji gorên bi kom li Semawe hatîne deranîn û li gor lekolînên destpêkê xuya bûye hêsk û pirûsên 97 jin û 74 zaroyan in.
Lêkolîner dibêjin; şêwaza şehîdkirina wan, gule li serên jinan û pişkek ji zaroyan dane û dûv re jî bi selî (destirêj) gule li wan barandine da ku dilniya bin ku hemûyan canê xwe ji destdane.
Hêj proseya helivedana dû gorên din yên hatîne vedîtin li bîyabana Şêxiye ya Semawe nehatîye destpêkirin. Serokê gorên bikom li Dezgeha Şehîdên Iraqê, dibêje: Bi egera kele germa bîyabanê ewan piroseya vedana wan goran ragirtibûn, lê li çend rojên dahatî careka din dê vegerin Semawe û dest dikin bi vedana gorên din.
Tevaya wan rûfatên di nav gorên bi kom li Iraqê dihên deranîn, li pizîşkê Dadî yê Bexdayê bi lêkolîna DNA hestîyên wan mirovan dihên komkirin û rêkxistin û dûv re jî hewla dîtina nasnameya wan dihête dayîn.
Hêjayî gotinê ye ku 36 sal berî niha roja bi bername ve desthilata wê demê ya Iraqê bi fermana dîktator Seddam Husên bi hezaran kurdên Germiyan û Barzanê bo biyabanên başûrê Iraqê hatibûn birin û li wan biyabanan bi awayekî dirinde hatibûn qetilkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin