Îro li Singalê 7 gorên din ên bikomî tên vekirin

22 February 2022 14:31 0 dîtin
Îro li Singalê 7 gorên din ên bikomî tên vekirin

PeyamaKurd Biryar e îro li Şingalê 7 gorên din ên bikomî bên vekirin ku tê pêşbînîkirin meytên zêdetirî 70 kesî di wan goran de hebin.

Li gor Muxtarê gundê Herdan ê ser bi nahiya Sinûnê ve Hesen Qasim daye zanîn, niha kar ji bo vekirina 7 gorên bikomî tê kirin û tê pêşbînîkirin, 70 meyt di wan goran de hebin.

Dîroka gorên bikomî yên li Şingalê, vedigedere sala 2014an ku wê demê çekdarên DAIŞê êrîşî Şingal û gundê wê kirin û hejmareke mezin ji xelkê kuştin û hejmareke din jî revandin.