Sengal | Gorên 11 welatiyên Êzîdî hatin vekirin

09 June 2021 11:29 0 dîtin
Sengal | Gorên 11 welatiyên Êzîdî hatin vekirin

PeyamaKurd Li Şengalê, gorên 11 welatiyên Êzîdî li çend navçeyên derdorê hatin vekirin.

Polîsê Şengalê, bi hevahengiya bi Fermangeha Bijîşkiya Dadî ya Parêzgeha Neynewayê, Polîsê Şengalê diyar kir, gorên 11 welatiyên Êzîdî ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn şehîdkirin hatin vekirin û ji bo testa DNA, term ji bo Fermangeha Bijîşkiya Dadî hatin şandin.

Heta niha 85 gorên bikomî li Şengal û derdora wê hatine dîtin ku qurbaniyên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin û piraniya wan Kurdên Êzîdî ne.

Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa 2014an, êrîşî Şengalê kirin û dagîr kirin, bi gihîştina wê herêmê re hejmarek mezin ji Êzîdiyan şehîd kirin û hejmareke din jî revandin.