Ji 25 gorên komî yên DAISê 5 hezar û 900 cenaze hatin derxistin

24 June 2020 17:00 0 dîtin
Ji 25 gorên komî yên DAISê 5 hezar û 900 cenaze hatin derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Reqa û gundewarên wê ku ji destê rêxistina terorîst DAIŞê hatine derxistin, ji nav 25 gorên komî 5 hezar û 900 cenaze hatin derxistin. Hat zanîn ku piraniya cenazayan ên sivîlên ku bi awayekî meydanî ji hêla DAIŞê ve hatine darvekirin in.

Tîma Bersîvdayîna Destpêkê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê, li Reqa û gundewarê wê ji nav 25 gorên komî zêdetirî 5 hezar û 900 cenaze derxistin ku hindik maye xebatên xwe di gora 25an a li Til Zêdanê yê bajarokê El-Hemrat ê dikeve rojhilata gundewarê Reqayê bidawî bikin.

Li gorî ragihandina tîmê heta niha ji vê gorê 175 cenaze hatine derxstin û herwiha di navbera bajarokên Hezîma û bajarokê Hikumiye li bakurê bajarê Reqayê û goristana gundê El-Mehmudlî de yê girêdayî herêma Tebqayê du gorên komî yên nû jî hatine dîtin.

Bajarê Reqayê ku wekî navenda xîlafeta DAIŞê bû meha Hezîrana 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin û Cotmeha 2017an jî bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî hatibû rizgarkirin.