Hejmara kesên îro li Silêmaniyê ji koronayê can dane gihîst 5 kesan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kesên îro 21ê Hezîranê li nexweşxaneyên Silêmaniyê ji nexweşiya koronayê can dane gihîşt 5 kesan.
Çavkaniyeke ji tenduristiya Silêmaniyê ragihandiye ku her pênc kesên can dane, peya ne û temenê wan di navbera 38 û 70 saliyê de ne ku yek ji bajarê Silêmaniyê û yên din jî ji qeza û nahiyeyên parêzgeha Silêmaniyê ne.
Îro danê sibehê jî hatibû ragihandin ku 2 kesan li Germiyan û qezaya Seyid Sadiq ji koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Rêvebirê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî berî niha çend caran hişyariya zêdebûna metirsiya vîrusa koronayê dabû û daxwaz ji xelkê kiribû, pabendî rênimayên xweparaziyê bibin û xwe û welatiyên din biparêzin.
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ji vîrusa koronayê can dane gihîşt 104 kesan û hejmara pêketiyan jî 3 hezar û 539 kes in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin