Silêmanî | Hejmara kesên ji koronayê can dane gihîst 134 kesan
PeyamaKurd - Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tenduristîya Silêmanîyê Ebdullah Ehmed ragihand ku îro Înê 4 nexweşên din ên Covid-19 li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên li nav sînorên parêzgehê heta niha can dane gihîştiye 134 kesan ku 87 kes ji nav bajar in.
Ehmed da xuyakirin ku hejmara tûşbûyan jî 3 hezar û 500 kesan derbas kiriye û got, “Rewşa hejmareke mezin ji pêketiyên koronayê xirab e. Nexweşxane êdî nikarin nexweşên nû werbigirin. Ji ber wê jî pêşbînî dikin ku di rojên pêş de hejmara mirinan zêde bibe.”
Berpirsê tenduristiya Silêmaniyê car din hişyariya xweparastinê da hemwelatiyan û diyar kir, heger xwe baş neparêzin wê rojên pêş korona zêdetir belav bibe.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê yên 25ê Hezîranê, heta niha 4.874 kes bi koronayê ketine; li Hewlêrê 1.091 kes, li Silêmaniyê 3.503 li Duhokê 159, li Helebceyê 121 kes in,
Herwiha 1.543 baş bûne û 3.182 nexweş jî hîn di nexweşxaneyan de ne ku heta niha 153 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin