Hejmara kesên ji ber koronayê bas bûne nêzî 2 milyonan bû

19 May 2020 13:34 0 dîtin
Hejmara kesên ji ber koronayê bas bûne nêzî 2 milyonan bû

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên ji ber koronayê (Covid-19) baş bûne nêzî 2 milyonan bû.

Li gorî zanyariyên malpera Worldmeterê, li seranserê cîhanê milyonek û 908 hezar û 11 kesên bi koronayê ketibûn baş bûn û çûnê malên xwen.

Herî zêde li van welatan nexweş baş bûne: Amerîka (356 hezar û 383), Spanya (196 hezar û 958) û Almanya (154 hezar û 600) kes.

Vîrusa koronayê ku dawiya sala 2019an li Wuhana Çînê derketibû li seranserê cîhanê belav bûbû û ji aliyê WHOyê ve wekî pandemî hatibû îlankirin.

Heta niha 4 milyon û 894 hezar kes û 378 kes bi koronayê ketine û ji ber wê nexweşiyê 320 hezar û 189 kesan jiyana xwe ji dest daye.