Hewlêr | Hejmara kesên ji koronayê bas bûne gihîst 204 kesan

15 May 2020 18:03 0 dîtin
Hewlêr | Hejmara kesên ji koronayê bas bûne gihîst 204 kesan

PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand, du nexweşên din ên vîrusa korona baş bûne.

Dr. Dilovan Mihemed got, “Nexweşên pêketiyên vîrusa korona piştî vergirtina çareseriya bijîşkî bi temamî baş bûne û rewşa wan a tenduristiyê jî bi temamî baş e. Kontrolên taybet li ser wan hatin kirin ku hemû jî negatîf derketin û biryar hat dayîn ji malên xwe re bên şandin.”

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê da xuyakirin, bi giştî hejmara kesên ji vîrûsa korona baş bûne li Hewlêrê gihîştiye 204 kesan û car din hişyarî da ku bicîhanîna rênimayiyên tenduristiyê misogerkirina serkeftina hember vê nexweşiya cîhanî ye.

Ligor daxuyaniya dawî ya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê tevî 5 pêketiyên nû li Silêmaniyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 397 kes bi koronayê ketine, 377 kes baş bûne û 5 kes jî mirine.