Hejmara kesên ku bi koronayê ketibûn û bas bûne ji milyonekê derbas kiriye
PeyamaKurd- Li seranserê dinyayê, hejmara kesên ku bi koronayê (Covid-19) ketibûn û baş bûne ji milyonekê boriye.
Li gorî malpera ‘Worldmeter’ hejmara kesên ku bi koronayê ketin û baş bûne û çûne malên xwe bûye milyonek û 355 kes.
Herî zêde kesên ku ji ber wê nexweşiyê baş bûne bi 147 hezar 411 kesan Amerîkayê ye.
Piştî Amerîkayê Spanya (132 hezar û 929 kes), Almanya (120 hezar û 400 kes), Çîn (77 hezar û 610 kes) Îtalya (71 hezar û 252 kes) û Fransa (48 hezar û 228 kes) tên.
Li seransê dinyayê heta niha hejmara haletên tûşbûnê ji 3 milyon û 220 hezar kes in. Herwiha ji ber nexweşiyê 228 hezar û 224 kesan jiyana xwe ji dest daye.
'Dibe ku 1 milyar mirov bi vîrusê bikevin û 3 milyon û 200 hezar jî bimirin'

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin