Hejmara mûçexurên Iraqê ji yên Çîn û Amerîkayê zêdetir e!

03 January 2022 00:46 0 dîtin
Hejmara mûçexurên Iraqê ji yên Çîn û Amerîkayê zêdetir e!

PeyamaKurd - Şêwirmendê serokê hikûmeta Iraqê yê karûbarên darayî û aborî, Mezher Mihemed Salih ragihandiye ku li Iraqê bi giştî 8 milyon kes mûçeyê ji hikûmetê werdigirin ku ev rêje ji ya Çîn û Amerîkayê jî zêdetir e.

Mezher Mihemed Salih daye xuyakirin, li Iraqê 3 milyon karmendên hikûmetê hene lê nêzîkî milyonek jî karmendên kompaniyên dewletê hene. Nêzîkî 3 milyon û 250 hezar xanenişîn jî hene ku ligel karkerên rojane, pasewan, mûçexurên çavdêriya civakî dibe 8 milyon mûçexur.

Rojnameya Şerqul Ewset çapa Londonê jî eşkere kiriye, hejmara karmend û mûçexurên Iraqê ji karmendên Çîn û Amerîka zêdetir e û salane 5 milyar dolar ji bo mûçe tê xerckirin.

Şerqul Ewset daye zanîn, zêdebarî wê yekê ku budçeya salane ya Iraqê 100 milyar dolar e lê ji ber ku sektora taybet hatiye jibîrkirin û her partiyek endam û alîgirên xwe dide îstixdamkirin, krîz û bêkarî li Iraqê heye.

Li gorî rojnameyê, rêjeya bêkariyê li Iraqê zêdetirî %40 e û li gorî amarên fermî jî sala 2003 tenê 750 hezar karmend li Iraqê hebûn lê niha nêzîkî 4 milyon kes in.