Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketin ji nîv milyonî zêdetir bû

11 April 2020 11:01 0 dîtin
Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketin ji nîv milyonî zêdetir bû

PeyamaKurd- Hejmara qurbaniyên vîrusa koronaya nû, (Covid-19), li Amerîkayê 500 hezar kes zêdetir bû.

Hejmara kesên bi koronayê jiyana xwe ji dest dane li cîhanê ji 100 hezarî kes derbas kir. Heta niha nêzî milyonek û 700 hezar kes jî bi wê vîrusê ketine.

Li Amerîkayê jî hejmara kesên bi wê vîrusê ketine gihişt 502 hezar û 876 kesan. Piştî Amerîkayê Spanya û Îtalya tên ku li van herdu welatan zêdetir ji 300 hezar kes bi koronayê ketine.

Li giştî li ser asta cîhanê, 376 hezar û 330 pêketiyên koronayê ji wê vîrusê rizgar bûne.

Vîrusa koronayê cara ewil libajarê Wuhan ê Çînê derketibû û li seransê cîhanê belav bûbû ku heya niha zêdetirî milyone û 300 hezar kes pê ketiye û hejmara qurbaniyan jî gihiştiye 100 hezarî.