Hejmara kesên bi koronayê ketin ji 6 milyonan borî

30 May 2020 09:33 0 dîtin
Hejmara kesên bi koronayê ketin ji 6 milyonan borî

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara kesên bi koronayê (Covid-19) ketine ji 6 milyonan boriye.

Li gorî daneyên malpera “Wolrdmeter”ê li seranserê cîhanê, hejmara kesên bi koronaya nfişê nû (Covid-19) ketine, gihişt 6 milyon û 22 hezar û 2 kesan.

Herî zêde haletên tûşbûnê li Amerîkayê hatin tomarkirin ku heta niha li wî welatî milyonek û 792 hezar û 537 kes bi koronayê ketine.

Piştî Amerîkayê bi 466 hezar û 200 kesan Brezîlya û bi 387 hezar û 623 kesan Rûsya tê. Piştî Rûsyayê Brîtanya, Îtalya, Fransa, Almanya û Hîndistan tên.

Korona cara ewil li bajarê Wuhanê yê Çînê derket holê û li 200 welatan belav bûye, ji aliyê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) ve wekî pandemî hat ragihandin û heta niha li seranserê cîhanê 2 milyon 655 hezar û 374 kesên bi koronayê ketine baş bûne û niha jî 3 milyon û 278 haletên tûşbûnê hene.