Hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê bi merc xwe radestî HSDê kirin
PeyamaKurd - Hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê bi mercê ku HSDê li Idlibê alîkariyê bide wan xwe radestî HSDê kirin
Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) belav kiriye, hejmarek ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku li Girê Sipî, pêşnîyaz li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirin ku tevî çek û cebilxaneyên xwe, bi mercê ku HSDê li Idlibê alîkariyê bide wan xwe radestî HSDê kirin.
Li gorî nûçeya ku hatiye belavkirin, HSD razîbû alîkarya wan çekdaran bike lê Rûsiyê rê li ber wê yekê girtiye.
SOHRê belav kiriye, ku bi berdewamî çekdarên opozîsyona Sûryê ji navçeyên ku di van demên dawî de kontrol kiribûn xwe dighînin navçeyên HSDê û ew jî bi merema gehandina wan bo Îdilbê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin