Hejmarek ji kesên ji Îtîlafê Sûriyê hatine dûrxistin: Komekê li dijî me derbe çêkirin
PeyamaKurd – Hejmarek ji kesên ji Îtîlafê Sûriyê hatine dûrxistin daxuyaniyek bi navê Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî- Şepêla Çaksaziyê (Teyar El Îslah) belav kirin û dan zanîn, di nava Itîlafê de komekê li dijî wan derbe çêkirin.
Li gor zanyariyan, kesayetiyên opozîsyonê ji Itîlafê cuda bûn û di nava Itîlafa nû de “Teyar El Îslah” de cih girtin.
Teyar El Îslah diyar dike, ew dixwazin hemû xelkê Sûriyê bizanibe di nava Îtîlafê de çi çêdibe.
Herwiha Teyar El Îslah di daxuyaniyê de eşkere dike, ew koma ku niha dest daniye ser Îtîlafê qebûl nakin û ew dê gendeliya di îtîlaf û Hikûmeta demkî de heye hemû eşkere bikin û ew dê rewatiyê ji serokatiya Itîlafê ya niha bistînin serkirdayetiyeke nû hilbijêrin.
Hêjayî bibîsxistinê ye, berî niha Serokê Itîlafê Salim Mislit ê 18 endam û berpirs ji nava xwe derxistibûn diyar kir, ew piştgiriya çaksaziyên serokê Itîlafê Salim Muslit dikin û tu piştgiriya koma ku cuda bûye nakin.
Îtilafa Niştîmanî ya hêzên Şoreş û opozisyona Sûriyê ku ji hemû aliyên siyasî Ereb, Kurd, Aşûrî û Turkmanî pêk tê, di Mijdara 2012ê de hatiye damezrandin. Di heman salê de 24 welatên Erebî û biyanî itêraf bi Itîlafa Sûrî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê kirin, lê niha li gor Itîkfê bi xwe tenê 3 welat itîrafê bi wan dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin