Hejmareke koçberên Rojavayê Kurdistanê gihistin Duhokê
PeyamaKurd - Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û têkçûna rewşa jiyana xelkê sivîl li çend bajar û bajarokan, nêzikî 200 penaberên Rojavayê Kurdistanê gihiştine Duhokê û li kampa Domîz hatin bicihkirin.
Rêveberê Kampa Domîzê agahî piştrast kirin û ragihand ku ew koçber xelkê bajarê Qamişlo û çend bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ne.
Ev yekem karwanê koçberên Rojavayê Kurdistanê ye ku piştî destpêkirina êrişa Tirkiyê û komên çekdar, gihiştiye Başurê Kurdistanê. Piştî lêkolîn û pişkinîna asayîşa Duhokê ew xelkê sivîl li kampê hatin bicihkirin.
Rêveberê Kampa Domîzê Serdar Baleteyî herwiha got ku cih li kampê bo wê hejmara koçberên Rojava heye, lêbelê ew niha nizanin bê ka dê çend koçberên din berê xwe bidin wê kampê.
Heftiya borî li gel destpêkirina êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî ragihandibû ku ew amadekariyan dikin bo pêşwaziyê li koçberan û ji bilî 3 hezar kesên di kampên li parêzgehê.
Êrişa artêşa Tirkiyê û komên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê roja 9ê vê mehê dest pê kir û heya niha jî berdewam dike. Ji ber êriş, topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê bi hezaran xelkê sivîl li Rojavayê Kurdistanê ji cih û warên xwe bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin