Helbestvan û siyasetmedarê Kurd Gurdilî di salvegera koça xwe de hat bibîranîn

26 November 2022 20:09 0 dîtin
Helbestvan û siyasetmedarê Kurd Gurdilî di salvegera koça xwe de hat bibîranîn

PeyamaKurd – Îro li Diyarbekirê li Weqfa Îsmaîl Beşikçi, siyasetmedar û helbestvanê Kurd ku 2 sal berê ji ber nexweşîna Kovid-19 ê wefat kiribû, ji aliyê malbat, dost û hevalên wî û hem gelek welatperweran ve hat bibîranîn. Di merasima bîranînê de gelek kes tevlî bûn û gelek helbest û bîranînên Seyda Gurdilî ( Mele Emadeddîn) hatin gotin.

Konferansa li ser Seyda Mele Emadeddîn bi moderatoriya Kurê wî Şerefxan hat meşandin. Lêkolîner Seîd Veroj jî behsa jiyana Seyda kir. Jiyana Seyda Gurdilî, ji aliyê gelek kesan de,ew kes ji terefê xwe de li ser jiyana wî nivîsandine û wê di nêz de bibe pirtûk. Seîd Veroj hem nasîna xwe ya Seyda û pêzanîna xwe û hem kesên li ser Seyda Gurdilî nivîsandine, ji nivîsên wan bîranînan xwend. Kurê Seyda Gurdilî Kamûran jî ji helbestên Seyda bi meqam helbestan got û Seydayê bi mexlesa Gurdilî Mele Emadeddîn weha hat bibîranîn.

Hevalê Seyda Umadeddîn Şêx Mîsbehê Silîvî gelek helbestên Seyda Gurdilî xwend û behsa jiyana Seyda kir. Şêx Mîsbeh bi xwe li gundê Sergewra hevaldersê Seyda Gurdilî bû û paşî hevaltiya wan heya wefata Seyda dewam kiribû. Konferansa li ser Seyda li dora 1.30 dewam kir.

Gurdilî hemdemê Seyda helbestvanê Kurd Tîrêje. Helbestên wî têr û tijene û mirov têr dikin. Piraniya helbestên Gurdilî yên li ser evîna Kurdistanê, xweza, evîna suriştê û erdnîgariya Kurdistanê ne. Pênûsa wî zahf xwurte. Gelek helbestên wî hene ku bi nav û dengin.

Helbesta Seyda ya herî bi nav û denge û tê zanîn:

‘Qehremanê esrê bîsta Mirtefa Barzanî tu

Her bijî ey pêşewayê Kurd û Kurdistanî tu

……

Hem ji Sêwas ta bi Kermanşa di bin ala te bin

Amed û Farqîn û Batman merkezên seyranî tu…’

Seyda vê helbestê li ser rehmetî Mele Mistefa Barzanî nivîsandibû û gelek dirêje. Seyda ji berê de Kurdîniyê dikir û piştî PDK a Bakûr hatibû damezrandin, bûbû endamê wê û dixebitî.

Helbestekî dinê ya gelek balkêş û kûr e ku li ser Kurdistanê nivîsandiye helbesta:

‘Me çi hacet bi hîv û rojê ger cemala te hebî’….ye.

Niha li ser Seyda Gurdilî pirtûkekî tê amadekirin û piraniya wê temam bûye. Di sala 2012an de pirtûkekî Seyda ya helbestan ji aliyê weşanxana Nûbiharê de hatibû weşandin.

Seyda 70 sal zêdetirê temenê xwe di rêya Kurdîniyê de derbas kir û em li ser navê PeyamaKurd dibêjin; hezar rehmeta Xwedê li Seyda Gurdilî be.

PeyamaKurd