Îro salvegera koça helbestvanê Kurd Ahmet Arif e

02 June 2020 22:10 0 dîtin
Îro salvegera koça helbestvanê Kurd Ahmet Arif e

PeyamaKurd- 29 sal di ser koça wî de derbas bû lê navê wî di nava xwendevan û siyasetmedaran de qet nayê jibîrkirin. Bavê wî Turkmen û diya wî Kurd bû. Ji Diyarbekirê bû. Li Ankara beşa felsefê xwendibû. Di sala 1950an de hatibû girtin û 2 sal di hebsê de mabû. Lê girtina wî ya sala 1971 an gelek bi eziyet bû. Ew tenê yek pirtûkekî nivîsand:

“Hasretinden prangalar Eskittim.”

Çapa wê ya çenda hat kirin ez nizanim lê piştî wê pirtûka xwe, nema pirtûk nivîsand. Lê di ser pirtûka wî de û helbestên di nav de yên bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin, pirtûk tine ye. Mirov nizane bi Tirkî nivîsandiye ji ber tama wê û termên navê hemû tam û termên Kurdî jê tên. Di nava helbestên wî yên bi nav û deng de helbesta “33 Kurşun” an ku bi Kurdiya wê “33 Gule” heye.

“33 gule” li ser kuştina 33 Kurdên navçeya Özalp a bi ser Wanê de ye ku di sala 1943an de bûyer diqewime û 33 Kurda li ser sînor dikujin. Dewlet çavên xelkê ditirsîne da tevgera rojhilatê Kurdistan bandorê li bakûrê Kurdistanê neke. Fermandar tûxgeneral Mustafa Muğlalı ye. Piştî salên 1950 yan parlementerên Kurdan, Mustafa Muğlalı yê kujer bi rêya perlementoyê xistin zîndanê û di zîndanê de mir.

Helbestên din yên weka “Diyarbekir Kalesinden Notlar” û “Adîloş Bebem” baş tên zanîn. Demekî li sêweregê dima û ew hevalê rehmetî Fayîk Bucak û birayê wî Bekir Bûcak bû. Ji derewkaran heznedikir. Ji diziya çandê qet heznedikir.

Mixabin li pey xwe tenha kurekî bi navê Fîlînta hişt û pirtûkekî xwe ya zêrîn. Di 2 yê hezîrana sala 1991 ê de, di rojekî weka îro de koça dawiyê kir. Di 21 ê nîsana 1927an de hatibû dinyaytê û bi temamî 64 sal emir kir.