Helbûsî ji bo avakirina hikûmetê bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir

17 July 2022 22:41 0 dîtin
Helbûsî ji bo avakirina hikûmetê bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, îro 17ê Tîrmehê Yekşemê bang li aliyên siyasî yên Iraqê kir ku lezê li avakirina hikûmetê bikin û namzedên xwe yên serokomariyê diyar bikin.

Helbûsî beriya yekem rûniştina duyem ya parlamentoya Iraqê ku roja Çarşemê birêve biçe, daxwaz ji serokên hêzên siyasî yên Iraqê û fraksiyonên parlamentoya Iraqê kir ku bigihin rêkeftinekê û berpirsiyariya xwe ya derbasbûna welat ber bi aştiyê ve bigirin ser milê xwe.

Yek ji rojeva rûniştina Parlamentoya Iraqê ya roja Çarşemê, dengdana li ser namzedê serokomariyê ye, ku 25 namzed ji bo wê postê hene û ji bo wergirtina wê postê pêwîstî bi dengên ji sisiyan duduyê parlamenteran heye.