Helîkoptera leskerî ket, kesekî mir û 12 kes birîndar bûn

15 May 2024 22:39 0 dîtin
Helîkoptera leskerî ket, kesekî mir û 12 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Afxanistanê li bajarê Gorê helîkoptera leşkerî ket û di encamê de kesekî mir û 12 kes birîndar bûn.

Li ser ketina helîkopterê wezareta berevaniyê ya Afxanistanê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandinê kir. Di ragihandinê de hat gotin ku li navça Firuzkuhê di wexta sibê de helîkoptera tîpa MI-17 bi sedema ariza teknîkî dema xwe daniye li dîwarekî ketiye.

Di encamê de kesekî miriye û 12 kes jî birîndar bûne.