Helîkoptera leskerî ket: 2 mirî û 2 birîndar
PeyamaKurd – Li welatê Venezuelayê helîkopterekî leşkerî ket û di encamê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Helîkoptera ku agir pêket, 2 ajotvanên wê bi saxî ji aliyê xelkê de hatin rizgarkirin.
Helîkopter ket arziyekî vala lewra zerar û ziyana zêde çênebû. Bûyer li bajarê Barquesimeto çêbû û helikopter tîpa Mi-17 ya kargoyê bû.
Hat ragihandin ku sedema ketina helîkopterê ariza wê ye û serokê dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ji bo alîkariya hemwelatiyan sipasiya wan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin