Li DYAyê helîkoptereke leskerî ket: 3 mirî, 1 birîndar

09 March 2024 14:12 0 dîtin
Li DYAyê helîkoptereke leskerî ket: 3 mirî, 1 birîndar

PeyamaKurd — Li nêzî sînorê Teksas û Meksîkayê helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê ket xwarê, 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 1 jî birîndar bû.

Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji ABC re ragihand ku roja Înê 8ê Adara 2024an li Teksasê helîkoptereke Amerîkayê li nêzî sînorê Amerîka û Meksîkayê ket xwarê û 3 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku helîkopter li bajarê La Grulla yê li ser sînorê Rio Granê ketiye xwarê.

Di Çileya borî de, helîkoptereke girêdayî Wezareta Ewlekariya Giştî ya Teksasê, dema ku li sînorê Meksîkayê digeriya, ji kontrolê derketibû û ketibû xwarê. Hevpîlot bi sivikî birîndar bû, lê helîkopterê ziyaneke mezin dît.