Li Iraqê helîkoptereke leskerî ket xwarê: Mirî hene
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya hêzên hewayî ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ketiye xwarê.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyarkirin ku helîkoptereke leşkerî ya hêzên hewayî yên Iraqê li Balafirgeha Hilewa ya Tûzhurmatû ketiye xwarê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helîkopter ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê ketiye xwarê.
Hat ragihandin ku di bûyerê de kesek di helîkopterê de jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin