Li Stenbolê helîkoptereke leskerî ket: 4 lesker mirin, yek jî birîndar bû

26 November 2018 13:43 0 dîtin
Li Stenbolê helîkoptereke leskerî ket: 4 lesker mirin, yek jî birîndar bû

PeyamaKurd - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê helîkoptereke leşkerî li navenda bajêr bi ser avahiyan de ket.

Li gor zanyariyan helîkoptera leşkerî îro li dor demjimêr 11:00 li navçeya nSancaktepe taxa Sarigazî ya Stenbolê ji ber sedemeke hîn nehatiye zanîn ket xwarê.

Di encama ketina helîkoptera ku bi ser taxeke navçeya Sarigaziyê de ketiye de, 4 leşkerên di helîkopterê de bûn can dan û leşkerekî tirk jî birîndar bû.

Hat ragihandin, helîkoptera ku ketiye ya rahênana leşkerî bûye û dema firîneke rahênanê ku dixwest dakeve ketiye.

Parêzgarê Stenbolê Alî Yerlikaya daxuyakirin ku hîn sedema ketina helîkopterê nayê zanîn.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar digel şandekê çû cihê bûyerê. Akar li cihê bûyerê ragihand ku 4 serbazên wan di qezayê de can dane û leşkerî pispor jî birîndar bûye ku rewşa saxlemiya wî giran e.