"DYAyê li Hesdî Sabî da:" 2 mirî 6 birîndar
Peyama Kurd - Li Bexdaya paytexta Iraqê baregeheke Heşda Şeibî bi frokeyeke bêmirov hate armanckirin. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 2 berpirsên payebilind ên Tevgera Nûceba ya girêdayî Heşdî Şabî ye hatine kuştin.
Li gor medyaya Iraqê, îro baregeha Tevgera Nûceba ya li kolana Filistînê ya Bexdayê, ji alî frokeyeke bê mirov ve rastî êrîşê hat.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 2 endamên Tevgera Nûceba mirine û 6 kes jî birîndar bûne.
Medyaya Heşdî Şabî angaşta Heşdî Şabî ya “êrîş ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatiye kirin.” dexist pêş. Heman medyayê ragihand ku 2 endamên Nûcebayê mirine û 3 kes jî birîndar bûne, lê belê medyaya Kurd ragihand ku hejmara birîndaran 6 e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin