Serokê Hesdî Sabî gef li DYAyê xwar: Êrîs bêbersiv namîne

04 February 2024 20:37 0 dîtin
Serokê Hesdî Sabî gef li DYAyê xwar: Êrîs bêbersiv namîne

PeyamaKurd - Serokê komên milîşeyên şîa yê Heşdî Şeibî Falih Feyyaz weke her caran gefên xwe yên li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dûbare kir û got: "Dema vekişîna hêzên derve ya li Iraqê hatiye."

Falih Feyyaz di derbarê êrîşên dawî yên DYA yên li dijî komên girêdayî rejîma Îranê ku li Iraq û Sûriyeyê çalakiyan dikin daxuyaniyeke nivîskî belavkir û gefên li dijî DYAyê dûbare kir.

Falih Feyyaz beriya daxuyaniya nivîskî, di merasîma binaxkirina çekdarên ku di êrişa DYA ya li Iraqê de miribûn de, êrîşên DYAyê wek 'leyztina bi agir' nirxand û gefa "Ev êrîş wê bêbersiv nemîne" xwar.

Serokê Heşdî Şeibî Falih Feyyaz di axaftina xwe ya li merasîmê de wiha got:

"Amerîka bi armanckirina Heşdî Şabî, bi agir leyîzt û ev êrîş wê bê bersiv nemîne. Xwîna hêzên Heşdî Şabî helwesta Iraqê nîşan dide û em rê nedin ku ev xwîn erzan bê dîtin. Divê welatê me ji biyaniyan bê paqijkirin."